PARÎS
Hatîp Dîcle û Selîm Sadak ji ber mehkûmeiyeta xwe ji ber ku di hilbijartinên giştî ên 2007an de nikaribûn bibin namzed serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Dadgehê Tirkiye mehkûm kir.
DMMEyê hikum da ku Tirkiyeyê benda 2yemîn a madeya 6emîn a der barê qerîneya bêsûciyê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û madeya 3yemîn a protokola 1emîn a der barê mafê namzedbûna azad, binpê kiriye.
Tirkiyeyê wekî cîbicîkirina biryarê dê ji Dîcle û Sadak ji her yekî re 6 hezar euro tezmînata maddî û wekî mesrefên dadgehêj jî dê 715 euro pere bide.
Di sala 1995an de 15 sal cezayê hebsê dabûn Dîcle û Sadak ên parlementerên Partiya Demokrasiyê (DEP) ya ku bi destê Dadgeha Destûrê ve hatibû girtin.
DMMEyê di sala 2001ê de bi sedem ku Dadgehên Ewlekariya Dewletê ne azad in, hikum dabû ku danişînên Sadak û Dîcle yên li Tirkiyeyê ne adil in.
Li dû biryarê li Tirkiyeyê darizandin hatibû dubarekirin û sûc dîsa sabît hatibû dîtin. Lêbelê cezayê wan ê hebsê daxistibûn 7 sal û 6 mehan. Dadgeha Temyîzê jî biryar pesend kiribû.
Lijneya Bilind a Hilbijartinê jî ji ber sedem ku mehkûmiyeta wan heye, namzedbûna Sadak û Dîcle ya ji bo parlementeriyê qebûl nekiribû.