STENBOL
Namzedê Serokomariyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan der heqê encamên hilbijartina serkomariyê de got: "Em niha di deqîqeyên dawîn ên pêşbirkê de dileyîzin lewra lîstik hêj bi dawî nebûye. Bi îzna Xwedê dema ku hakem li fîqê xist wê demê LHB jî encamê parve bike û alîgir jî dê biryara xwe bidin."
Erdogan li xaniyê xwe yê ku li Kisikliyê ye encamên hilbijartinê şopand û ji wê derê ew, xanima wî Emîne û qîza wî Sumeyye derbasî Navenda Kordînasyonê Hilbijartinê ya ku li Navenda Kongreya Halîçê bû. Beriya ku bikeve hundirê navendê li ser otobusa AK Partiyê Erdogan silav da welatiyan û ji welatiyan re spas kir.
Erdogan axaftina xwe wiha dewam kir: "Heta ku em herin Enqereyê hêviya me ew e ku hemû sindoq hatibin vekirin û em jî encamê li gor vê hildin. Em niha di deqîqeyên dawîn ên pêşbirkê de dileyîzin lewra lîstik hêj bi dawî nebûye. Bi îzna Xwedê dema ku hakem li fîqê xist wê demê LHB jî encamê parve bike û alîgir jî dê biryara xwe bidin. Gelê me di rêwitiya ku 5ê tîrmehê dest pê kir de îro çû ser sindoqê û vîna xwe nîşan da. Niha ji sedî 97 sindoq hatine vekirin. Dema ku ji sedî sed vebûn û encamên dawîn gihîştin destê me bi îzna Xwedê wê demê li şaneşîna navenda me ez ê bangî gel bikim û em ê hev hembêz bikin. Ez ji we dia dixwazim. Wek ku min li Maltepeyê jî gotibû 'heqê xwe helal bikin. Heta ku ev cana di vê bedenê de be înşallah ez ê ji gelê xwe re û welatê xwe re bixebitim. Ji bo demokrasiyeke pêşveçûyî û desthilatiyeke baş em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo ku pêvajoya çareseriyê bi serkeftî li hemû welêt pêk bînin em ê bi şev û roj bixebitin."
Serokwezîr Erdogan ji hemû kesên ku keda wan di xebata ji bo hilbijartina wî de hene re spas kir.