08 Mijdar 2019•Rojanekirin: 09 Mijdar 2019
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der barê berterefkirina 2 terorîstên ku di kategoriya sor da bûn wiha got: "Karayilan xemgîn bûye. Li vir em soz didin gelê xwe, em ê Karayilan jî bikin marê kuştî."
Soylu beşdarî merasima vekirinê ya Navenda Perwerdeya Trafîkê ya Zarokan ya Şaredariya Altindagê bû û li vir axivî.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der barê berterefkirina 2 terorîstên ku di kategoriya sor da bûn got ku Karayilan xemgîn bûye, li vir em soz didin gelê xwe, em ê Karayilan jî bikin marê kuştî.
Soylu der heqê îadekirina DEAŞiyên biyanî da got ku em dibêjin em ê wan îadeyî welatên wan bikin û roja duşemê em ê dest pê bikin.