ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Ev çeteya parelel, li derve çi propagandayî dike bila bike, dê nikaribe ser çîroka serkeftinê ya me bigre. Dibe ku hin kes di bin bandora wan de bimînin, lê dê nikaribin tesîrê li wicdanê gel bikin."
Davutoglu beşdarî şîva ku li Avahiya Vîlayetan, bi minasebeta Konferansa Balyozan hat dayîn bû û li vir axivî.
Davutoglu bal kişand ser hilbijartinên dê di hezîrana 2015an de bên kirin û got ku li Tirkiyeyê roj bi roj demokrasî dê saxlemtir bibe û wiha dewam kir: "Çi dibe bila bibe, hûn di bin bandora propagandayên hin kesan de nebin. Li hemberî wan li gor nêrîn, dîtin û wîna xwe tevbigerin. Dewleta Komara Tirkiyeyê bi kevneşopiya dewletbûn, demokrasiya biesas, çand û bi nêzîkbûna xwe ya yekkirina gel; hêzeke ku her diçe bilindtir dibe ye. Daxwaza me ji we ev e ku hûn bibin nûnerên vê hêza bi rûmet û serbilind."
-"Ev, tenê çîroka serkeftinê ya 77 milyonan nîne"
Davutoglu got ku ev ne tenê çîroka sekeftinê ya 77 milyonan e û wiha dewam kir:
"Bi vê çîroka sekeftinê boşnakeke li Saraybosnayê, tirkeke li Makedonyayê, arnawûdeke li Arnavûtê, somaliyeke li Somaliyê ye jî bextewar dibe. Li hemû çîrokê serkeftinê yên Tirkiyeyê xwedî derdikevin. Pê bextewar dibin. Lewra zanin ku heke Tirkiye bihêz bibe dê karibe di rojên nebaş de ku hewce bike bigihîje wan."
Davutoglu wiha pê de çû: "Ev çeteya parelel, li derve çi propagandayî dike bila bike, dê nikaribe ser çîroka serkeftinê ya me bigre. Dibe ku hin kes di bin bandora wan de bimînin, lê dê nikaribin tesîrê li wicdanê gel bikin. Lewra Tirkiye êdî wek berê, ne tenê wekî dewletekê hêzdar tê zanîn, Tirkiye êdî wek welatekê bi wicdan, bimerhemet û welateke ku alîkariya mirovahî dide tê zanîn. 12 sal berê Tirkiye hewcedarê alîkariyê bû; lê îro ew alîkariyê dide yên din. Ev serkeftin ji bo gelek welatên din bû ronahiyek, bû minakek e. Di salên dawî de kesên ku hesûdiyê dikin, naxwazin em bipêş bikevin êrîşî me dikin. Em bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû dibin. Divê em hemû li hemberî van êrîşên psîkolojîk hewl bidin."
Davutoglu, spasiyên xwe pêşkêşî balyoz û malbatên wan kir.