18 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2017
ANKARA
Bekir Bozdagê Wezîrê Dadê bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê rojevê da axivî.
Wezîrê Dadê Bozdag der barê qefaltina êrîşkarê Reînayê da wiha got: "Me hemû îmkan seferber kirin, me ji daneyên kamerayên dijîtal dest pê kir, hemû hûrgilî yeko yeko nirxand, da ser şopa terorîst û di dawiyê de hat qefaltin. Ev yek serkeftina mezin a teşkîlata polêsên me ye."
Bozdagê Wezîrê Dadê der barê qefaltina êrîşkarê Reînayê da wiha got: "Têkiliya DEAŞa rêxistina terorê ya bi vê çalakiyê ra eşkere ye. Jixwe hemû delîlên ku derketin holê jî DEAŞa rêxistina terorê nîşan didin."
Wezîrê Dadê Bozdag der barê Adil Oksuz da wiha xeberda: "Delîl didin nîşan ku Adil Oksuz di hewla derbeyê da roleke xwe ye sereke heye. Daneyên ku hatin bidestxistin, dide nîşan ku aktorekî giring e. Adil Oksuz yekî wisa nîne ku bikaribe xwe veşêre. Li gor min hinekan ew veşartiye."
Bozdag di xeberdana xwe da wiha got: "Li gor min Adil Oksuz derneketiye derveyî sînorê Tirkiyeyê. Lewra bûyer qewimî, piştra mijar deşîfre bû, hêzên ewlehiyê lê geriyan û hemû deriyên sînor hatin kontrolkirin û tevdîr hatin hildan."
Wezîrê Dadê Bozdag wiha got: "Ez qet pê bawer nînim ku Adil Oksuz bikaribe ji ciyê ku li ye xwe bilibitîne. Lê îlim polês û cendirmeyê tirk, hêzên me yên ewlekariyê dê digel alîkariya gelê me Adil Oksuz li kuna ku xwe lê vedişêre, bibîne û dê wî jî radestî darazê bike."
Bozdagê Wezîrê Dadê der heqê pergala Serokomariyê da wiha got: "Pergala Serokomariyê li gor şer û mercên xwe wê îstiqrara siyasî û îqtidareke xurt ava bike. Lewra encama hilbijartinê, kîjan hilbijartin dibe bila bibe, wê kesek bibe îqtidar, him jî îqtidareke bihêz ku rayeya îqtidarê ji gel distîne. Loma jî ji bo pêşeroja Tirkiyeyê ev zehf girîng e. Îro li Tirkiyeyê pirsgirêkên ku ji ber du îdareyan derdikevin tuneye, lê dema em li paşerojê dinihêrin ji ber îdareya duserî nîqaşên mezin derketin."
Bozdag ji bo hevdîtinên li ser pêşniyaza guhertina destûra bingehîn wiha peyivî: "Ez bawer im wê ev di navbera 340 û 347an de dengan bistîne û ji tûra ewil derbas be, di tûra duyem de jî nebawer im tiştekî neyinî derkeve pêşiya me."
Wezîrê Dadê Bozdag di berdewamiyê da wiha axivî: "Ji bo 4 madeyên ewil ên destûra bingehîn teqez pêşniyaza guhertinê tune. CHP argumanên wekî '4 madeyên ewil tên guhertin' bi kar tîne; bi eşkereyî derewan dikin. Li nava çavê milet dinêrin û derewan dikin. Hikmên ku van madeyan biguherînin tunene, herwiha hikmên ku van madeyan qels bikin jî tunene."