23 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Erdogan: "Bi çi awayî dibe û bira bibe, ne dirust e ku di navbera birayên me yên Korfezê da pirsgirêk û tengasî derkevin, em ji ber bûyerên dawîn jî pir xemgîn bûn. Divê em misilman îro ji her wextê zêdetir mil bidin hev û alîkariya hev bikin. Tengasî û êşa ku li Sûriye, Iraq, Lîbya û Filistînê didome, li ber çavan e. Mixabin her roj pirsgirêk li hev zêde dibin. Bûyerên ku li ber çavê hemû dinyayê li Mescida Eqsayê didome, mînakek ji van pirsgirêkan e. Bi taybetî bûyerên ku ev çend roj in li dijî Mescida Eqsayê didomin, alema îslamê xemgîn dike. Harema Şerîf a li Qudsê ne tenê ya filistîniyan e, rûmet, namûs û cihê pîroz ê 1,7 milyar alema îslamê ye. Astengiyên li ser Harema Şerîf û binpêkirina rûmeta misilmanan, nabe ku alema îslamê bê bertek bimîne. Ji bo nimûne welatê me bertekeke xurt nîşan da."
Serokomar Erdogan: "Lî Qudsê bînpêkirina mafan nayê wê meneyê ku misilman jî divê mafên kesên din binpê bikin. Bertek divê li gor hiqûqê û bisînor bin. Di şaristaniya me de dest navêjin îbadetxane û azadiya îbadetê ya mirovên ku ji dînên din in. Bi vê nêrînê va em hewleke mezin didin ku ragêşiya li Qudsê bilez dawî bibe û li der û dora Mescîda Eqsayê car din aramî pêk bê."
Serokomar Erdogan: "Ez îro wekî Serokê Serdemê yê Zîrweya Rêxistina Hevkariya Îslamî cardin ji rêvebiriya Îsraîlê re dibêjim li gorî hiqûq, nirxên însanî tevbigerin. Dixwazim cardin bibêjim ku ji avêtina gavên ku rageşiya li herêmê zêde dike dûr bisekinin. Tirkiyeyê çawa ku duh piştgirî dida Filistînê wê îro jî piştgiriyê bide têkoşîna ji bo azadî û edaletê ya birayên me yên filistînî."
Serokomar Erdogan: "Erka kesî tune ku tevlî karên navxweyî yên Tirkiyeya ku dewleteke demokratîk, sosyal û hiqûqê ye, bibe. Herwisa erka kesî tuneye, gavên ku di çarçoveya pêvajoya ewlekarî û darazê da hatine avêtin, bavêje. Li hemberî kesên ku li nava Tirkiyeyê sîxurtî û provakatoriyê dikin, heta li hemberî wan kesên ku hewl didin vê yekê ji ser servîsên xwe yên dîplomatîk ra bidomînin, helbet Dewleta Komara Tirkiyeyê jî çi ji dest tê, wê bike."
Serokomar Erdogan: "Gelek mensûbên FETOya rêxistina terorê ya ku li dijî Dewleta Komara Tirkiyeyê hewla derbeyê kir niha li Almanyayê rihet digerin. Navê wan hatin dayîn. Di navbera me û wan da ji bo îadekirina bersûcan peyman heye; lê digel vê yekê ew bersûc îadeyî me nayên kirin. Hûn hergav dibêjin yek ji wan bi şertê girtî dudo ji wan li vir in, yê din jî niha qewlê wan ê binçavkirinê tijî nebûye, bi qasî ku em zanin, hûnê rabin bi wan bixwazin Tirkiyeyê bikin nav tengasiyê, tiştek wisa tuneye. Tirkiye li vê derê şert û mercên darazê çibe di wê çarçoveyê da pêvajoya darazê birêve dibe; lê li Almanyayê ew kesên di nav siyasetê da ne dema rabin û ji bo hilbijartina ku wê di cotmehê da bê kirin tevlî tiştên wiha bibin û ji xwe ra bazarê çêbikin, ew yek qet me eleqedar nake. Ew tiştek dine û ev jî tiştekî dine."