22 Îlon 2015•Rojanekirin: 22 Îlon 2015
ANKARA
Serokweziriyê daxuyand ku ji bo Wezîriya Yekîtiya Ewropayê û Wezîriya Pêşketinê ku bi îstîfakirina wezîrên HDPyî vala bûn, Prof. Dr. Berîl Dedeoglu û M. Cuneyd Duzyol hatin wezîfedarkirin.
Mişavîriya Çapemeniyê ya Serokwezîriyê daxuyand ku, li gor zagona bingehîn "Ji bo Wezîriya Yekîtiya Ewropayê Prof. Dr. Berîl Dedeoglu û ji bo Wezîriya Pêşketinê M. Cuneyd Duzyol hatin wezîfedarkirin."