Haydar Şahin
23 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2019
Ebas Mûsewiyê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Îranê diyar kir ku ji ber mitebeqata Tirkiye û Rûsyayê di mijara Sûriyeyê da li hev kirin memnûn in.
Mûsewî di daxuyaniya nivîskî ya li ser malpera Wezareta Karên Derva ya Îranê da mitebeqata di navbera Tirkiye û Rûsyayê da nirxand.
Mûsewî wiha got: "Îranê ji ber yekîtiya erd, hêzdarkirina hakimiyeta neteweyî, hemû hewlên ji bo pêkanîna hizûr û ewlehiya herêmê memnûn dibe. Ji ber vê jî em peymana Tirkiye û Federasyona Rûsyayê ji bo pêkanîna hizûr û îstiqrarê çêkirin wekî gaveke erênî dinirxînin."
Mûsewî got hêviya wan ew e ku mitebeqata hat çêkirin fikarên Tirkiyeyê çareser bike, yekîtiya erdên Sûriyeyê û hakimiyeta neteweyî hêzdar bike, ji bo safîkirina fikaran dikarên li gor Mitebeqata Edeneyê di navbera Enqereyê û Şamê da navçitiya diyalogê bikin.
Mûsewî destnîşan kir ku ji herêmê vekişîna hêzên Amerîkayê ew ê tevkariyê bide ewlehî û hizûra herêmê û wiha pê da çû: "Di pêvajoya Astanayê da Komîteya Amadekirina Qanûna Bingehîn a aştî û hizûrê pêk bîne ew ê di demeke nêz da were avakirin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Putîn do li Soçiya bajarê Rûsyayê hatibûn ba hev û der barê bakurê Sûriyeyê da mietebeqateke ji 10 xalî pêk tê îmze kiribûn.