DIYARBAKIR
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş der barê xebatên avakirina hikûmetê de destnîşan kir ku ew ji AK Partî û CHPyê hêvî dikin ku berpirsyariyê hildin ser milên xwe û di çarçoveya rêgezan de li hev bikin û wiha got: "Heke ku em bizanibin ew di çarçoveya kîjan rêgez û nîqaşan de hewl didin ku bi hev bikin û heke ku em jî bibînin ku ew rêgez li yên partiya me tên, wê çaxê helbet em ê jî xebata koalîsyoneke wisa hêsan bikin."
Demirtaş li Meydana Îstasyonê beşdarî merasima bibîranînê ya ji bo kesên ku di teqîna li mitînga Diyarbekirê ya partiya wî de mirin, bû.
Demirtaş di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku divê AK Partî û CHP berpirsiyaryê hildin ser milên xwe û di çarçoveya rêgezan de li hev bikin û wiha xeberda:
"Heke ku em bizanibin ew di çarçoveya kîjan rêgez û nîqaşan de hewl didin ku li hev bikin û heke ku em jî bibînin ku ew rêgez li yên partiya me tên, wê çaxê helbet em ê jî xebata koalîsyoneke wisa hêsan bikin. Em ê hem peywira xwe ya muxalefetê bînin cih û hem jî em ê bi xebatên xwe ve vê teşwîq bikin. Divê Tirkiye bê hikûmet nemîne. Bala xwe bidinê, a niha rêgez nayên gotûbêjkirin. Bazarî li mecrayên din, li ser mijarên cuda dimeşin. Lê di rastiyê de divê pêşiyê rêgez bên gotûbêjkirin."
Demirtaş diyar kir tu koalîsyon a ku pêvajoya çareseriyê nemeşîne dê serkeftî nebe û wiha got, "Em ê aştiyê bînin vî welatî."
- "Koalîsyona li ser hesabên erzan dê li pêşiya xwe muxalefeteke tund a HDPyê bibîne"
Demirtaş bal kişand ku tu koalîsyon bi ser nakeve, heke ku pêvajoya çareseriyê nemeşîne û wiha pê de çû: "Ji ber vê divê pêvajoya çareseriyê bê domandin. Herwisa koalîsyonên ku destûra bingehîn a nû nexin rojeva xwe, ewê jî bi ser nekevin."