Muhammet Kurşun
26 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
ANKARA
Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik, der barê hemleya esmanî ya Artêşa Tirkiyê li dijî Şengal û Qereçoxê de wiha got: "Operasyona Şengal û Qereçoxê li hemberî rêxistina terorî hatiye kirin. Herkes divê vê yekê baş bizanibe ku emê derfetê nedin rêxistina terorî PKKyê û baskên wê ku li Şengalê baregeheke nû ava bikin. Di vê mijarê da daxwaza me ew e ku hevkariya navneteweyî di asta herî pilebilind da çêbe. Ji bo vê yekê jî em girîngiyê didin hevkariya bi hevkarên xwe ra."
Işik, li Yekîtiya Hinerdekarên Pîşesaziya Esmanî û Berevaniyê axivî û li ser operasyona Şengalê nirxandin kirin.
Li ser têkoşîna li dijî terorê Işik bal kişand ser wê yekê ku di 35 salên mucadeleyê de serdema herî serkeftî derbas dikin û wiha agahî dan:
"Ji 23yê Tîrmeha 2015an heta roja îro ji 10 hezar û 100î zêdetir terorîst hatine berterefkirin. Ev di dîroka têkoşîna terorê da hejmara herî girîng e. Di encama van derbeyan de pişta rêxistinê şkestiye."
Der heqê operasyona Şengal û Qereçoxê de jî wiha nirxandin kir: "Operasyona Şengal û Qereçoxê heqekî meşrû yê Tirkiyê ye ku ji hiqûqa navneteweyî diqewime. Rêza me ji bo yekgirtina axa Iraqê heye. Divê herkes zanibe ku çavê me di axa Iraq û Sûriyê de tuneye. Operasyona Şengal û Qereçoxê li hemberî rêxistina terorî hatiye kirin. Herkes divê vê yekê baş bizanibe ku emê derfetê nedin rêxistina terorî PKKyê û baskên wê ku li Şengalê baregeheke nû ava bikin. Di vê mijarê da daxwaza me ew e ku hevkariya navneteweyî di asta herî pilebilind da çêbe. Ji bo vê yekê jî em girîngiyê didin hevkariya bi hevkarên xwe ra."