Serokomar Erdogan got: "Rêxistina terorê ya dabeşkar û rêxistina paralel bûne yek, partiyên muxalefetê didin pêşiya xwe û diçin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qada Cumhuriyetê ya Kirikkaleyê di merasima vekirina komî da axivî. Serokomar Erdogan ji ber piştgiriya ku di heyama hilbijartina serokomariyê da dan wî spasiya gelê Kirikkaleyê kir.
Erdogan got ku wek serokomar di 9 mehan da li 25 bajaran geriya û bi sedemên cuda va du caran çû hin bajaran.
Serokomar Erdogan: "Rêxistina terorê ya dabeşkar û rêxistina paralel bûne yek, partiyên muxalefetê didin pêşiya xwe û diçin. Diçin ku Tirkiyeyê vegerînin rojên berê. Kanê ew Tirkiyeya 70yan, 90an, kanê ew Tirkiyeya ku bira ji bira ra kiribûn dijmin. Vana hemû gel parçe kirin. Vana ewladên vî gelî berî hev dan. Ew Tirkiyeya xizaniyê, paşvemayînê, tunebûnê hebû ya, dixwazin vegerin wê."
Serokomar Erdogan wiha dewam kir: "Hûn diçin ku lê herin hûn nikarin min ji van qadan bikin, hûn nikarin min bêdeng bihêlin. Qanûna Bingehîn xebata serokomar diyar kiriye û di vê mijarê de peywira wî ya herî girîng ew e ku bi gelê xwe ra be. Hûn qet nekevin nav gumanan, em ê serbilind bin, ji rê dernakevin lê qet serî natewînin. Em tenê li hember Xwedê serî ditewînin. Li cihekî din tu carî."
- Tayînkirina mamosteyan
Serokomar Erdogan diyar kir ku ew ê di meha tebaxê da 47 hezar mamosteyan tayîn bikin û wiha got: "Min ji Wezîrê Perwerdeya Neteweyî pirsî. Ji min ra got ku ji bo sala 2015an 47 hezar kadro veqetandine. Ew ê piştî ezmûna KPSSyê ya ku di serê tîrmehê da bê kirin 47 hezar mamosteyan tayîn bikin. Beriya tebaxê tayîn tune, vê jî bizanibin."
Erdogan destnîşan kir ku 4 zarên wî jî di îmam xetibê da xwendin, qîzên wî ji ber qedexeya sergirtinê li Tirkiyeyê hilnedan zanîngehan, lawê wî jî ji ber puanê lîseyê nikaribû li vê derê zanîngeh bixwenda.
Serokomar got ku qîzên wî li Amerîkayê sergirtî zanîngeh qedandin, lawê wî jî li wê derê zanîngeh xwend û wiha pê da çû:
"Dême xwendekarên îmam xetibê li wê derê jî serkeftî dibin. Ev çima aciz dibin? Nifşeke ku dîn û diyaneta xwe dizane naxwazin. Dersa Çandê Dînê Exlaqê naxwazin. Dibêjin 'vê rakin'. Partiya mixalefetê ya mezin dibêje çi? '1+8+4'. ev fomula çiye? Girtina qisma dibistana navîn a îmam xetiban e. Em ev gotina berê jî bihîstibû. Misliman du cara nayê xapandin. Em dizanin hûn çi ne. We dibistana navîn a me girt. Hejmara xwendekarên îmam xetiban 600 hezarbû we daxiste 60 hezarî. Niha ji 60 hezarî derkete milyonekî."