Fatih Gazioğlu
16 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
ANKARA
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar îro wê bi Joseph Dunfordê Sererkanê Amerîkayê re bê bal hev.
Li gor gahiyên ku nûçegihanê AAyê hildan, Sererkan Orgeneral Akar ji bo Civîna Komîteya Eskerî ya Sererkanên NATOyê çû Bruksela paytextê Belçîkayê.
Akar di civîna NATOyê de wê hin hevdîtinan bike û di vê çarçoveyê de bi Joseph Dunfordê Sererkanê Amerîkayê re jî bicive.
Li gor texmînan di civînê de wê li ser mijarên wekî beriya amadehiya operasyona TSKê ya dijî rêxistinên terorê yên li Efrînê, geşedanên li Sûriyeyê û pirsgirêkên herêmê yên ewlehiyê bên rawestin.
Orgeneral Akar duh evarê jî bi Orgeneral Curtîs M. Scaparrottiyê Fermandarê Hêzên Ewropayê yê Amerîkayê re hatibû bal hev.