Davutoglu destnîşan kir projeyeke ku ji bo bazirganiyeke serbest a di navbera Sûriye-Libnan-Tirkiyeyê de bê avakirin amadehiyê dikin û heke Iraq jî tevlî vê bibe wê demê tiştên gelekî xweş dê biqewimin.
Serokwezîr diyar kir ku ev nêrîna Tirkiyeyê ya der heqê herêmê de nîşanî merivan dide û wiha got: "Di çarçoveya vê nêrînê de rojeveka me ya veşartî tuneye. Carna em bi awayekî aşîkar tevgeriyan û her tim jî rast bûn û bi heman zimanî axivîn."
Davutoglu xwest ku Celal Talabanî jî bi bîr bîne û wiha pê de çû: "Dema ku em bala xwe didin arşîvên heyama Saddam, em dibînin ku her kes tiştekî dibêje. Lê me her gav digot Tirkiye li hemberî Saddam ji Amerîkayê re bi awayekî aşîkar tevdigeriya. Ev pir girîng e lewra me her gav zimanekî rast, zelal û pak bi kar anî û wisa tevgeriyan. Lewra ev nirx ji bo me pir girîng in. Em nikarin hest û nirxên xwe li hemberî kêfxweşiya kesên ku li hêla din in veşêrin."
"Ez li vê derê ji dil bi we re xeberdidim ne bi nivîs"
Di fitara ewil a remezana par de Davutoglu çûbû sînor û bi penaberan re fitara xwe vekiribû û ev yek jî bi bîr xist û wiha got: "Lewra ew xwîşk û birayên me ne, zarokên me ne."
Davutoglu hefteya borî jî di çarçoveya bernameya AFADê de bi penaberên êzdî, iraqî û sûriyeyî re hatibû bal hev û ji bo vê hevdîtinê jî wiha got: "Zarokeke qîzîn a dibe ku 8-9 salî be dema min xwest ez wê hembêz bikim serê min da ber dilê xwe û eniya min maç kir. Paşê ez pê hesiyam ku ev di nav xelkê ereb de kevneşopiyeke rûmetnîşandanê ye. Keçika me ji Xumsê ji ber şer reviyaye û bavê wê jî li wê derê maye, kes nizane ku çi pê bûye. Ew êdî wek malbata min e û tu kes nikare me ji hev biqetîne. Ez li vê derê ji dil xeberdidim ne bi nivîsên li ber xwe. Lewra têkiliyên di nav tirk-ereban de bi tenê ne li gor tiştên berbiçav li gor hestan jî divê bê nirxandin."