Abdullah Tel
14 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2018
HEWLÊR
Alîkarê Serokê Meclisa Iraqê Beşîr Halîl Haddad diyar kir ku Tirkiye ji bo Iraqê cîranekî girîng e û ragihand ku ziyareta Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ya Iraqê jî di nav xwe da armanca xurtkirina têkiliyên dualî yên herdu welatan dihewîne.
Haddad ji nûçegihanê AAyê ra qala armanca serdana Çavuşoglu, xebatên damezrandina hikûmeta nû ya li Iraqê û pirsgirêkên ku di navbera Bexda û Hewlêrê da hêj didomin kir û der heqê wan mijaran da fikrên xwe parve kir.
Alîkarê Serokê Meclisa Iraqê Haddad der barê ziyareta Çavuşoglu ya Iraqê da got: "Tirkiye ji bo Iraqê cîranekî girîng e. Di pêwendiyên Wezîrê Karê Derveyê Tirkiyeyê yên li Bexdayê da armanca xurtkirina têkîliyên dualî hebû. Di dema serdanê da li ser meseleyên herdu welatan da jî eleqedar dike hat sekinandin.
Haddad got ku heta niha di navbera Tirkiye û Iraqê da ji ber avê pirsgirêkek derneketiye û heyetên ji herdu welatan jî wê di demeke nêz da wê li ser vê meseleyê bisekinin.
Ji hêla din va Haddad qala pirsgirêkên ku di navbera rêveberiya Bexda û Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê dewam dike da jî kir û got ku di vê mijarê da ew hêvîdar in û wiha pê da çû: "Hemû alî ji bo ku mîna rojên berê têkiliyên xwe bidomînin hewl didin. Em dixwazin ku di çarçoveya makezagona Iraqê da di hemû qadan da lihevkirin pêk bê."
Li iraqê ji bo damezrandina hikûmetê Adîl Ebdulmehdî hat wezîfedarkirin û Haddad got ku li gor wan di demeke kurt da wê ev mesele hel bibe lê heke damezrandina hikûmetê neçe serî ev yek jî wê bi xwe ra derî li hin pirsgirêkan veke.