14 Îlon 2018•Rojanekirin: 15 Îlon 2018
NEW YORK
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bo li Sûriyeyê çend kîlomêtre li nêzî sînorê Tirkiyeyê xurtkirina YPG/PKKyê diyar kir ku tu hincetek tune ku ev rewşe were parastin û wiha pê da çû: "Ji bo Washîngtonê dema wê hat ku biryarê bide gelo mitefîqê wê kî ye."
Nameya bi sernavê "Felaketa li Sûriyeyê xanê dike" ya ku Çavuşoglu ji edîtorê New York Tîmesê (NYT) ra şandibû hat weşandin.
Çavuşoglu bi bîr xist ku rayedarekî Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje bi vê operasyonê bi hezaran kes ew ê bê cî û war bimînin û dibe ku "kuştina herî zêde ya sedsala 21ê derkeve holê".
- Îtifaqa Esed û YPG/PKKyê zêde dibe
Çavuşoglu diyar kir ku dema hevdîtinên rejima Esed û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ya di pêşîkêşiya rêxistina terorê da dest pê kir ji bo Sûriye ji nû va were avakirin îtifaqa di navbera Esed û YPG/PKKyê da zêde bû.
Wezîr Çavuşoglu bi bîr xist ku Tirkiye, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê PKK wekî rêxistina terorê îlan kirin û wiha pê da çû: "YPG şaxa Sûriyeyê ya PKKyê ye ku ji 30 salî zêdetir e li Tirkiyeyê kampanyaya terorê dimeşîne û tevlî bûyerên tundiyê dibe."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu nameya xwe wiha domand: "Li Sûriyeyê çend kîlomêtre li nêzî sînorê Tirkiyeyê YPG/PKK çalakiyan dike, tu hincetek tune ku ev rewşa were parastin. Ji bo Washingtonê dema wê hat ku biryarê bide gelo mitefîqê wê yê li herêmê kî ye."