Önder Beyter
23 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2019
DAVOS
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak li Davosê ligel Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Darayiyê yê Iraqê Fuad Huseyîn hat cem hev.
Albayrak di çarçoveya zîrweya Foruma Aboriyê ya Cihanê ya 49emîn (WEF) ku li bajarokê Davosê yê Swîsreyê tê lidarxistin da ligel Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Darayiyê yê Iraqê Huseyîn hevdîtineke rûbirû kir.
Hat destnîşankirin ku di hevdîtinê da mijara geşkirina peywendiyên aboriyê yên Tirkiye û Iraqê hat gotûbêjkirin.