09 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2019
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: "NATO bi Tirkiyeyê ra xurttir û watedartir e. Sekinandina li ser Tirkiyeyê bê mene ye."
"Tu ferqa YPG û PKKyê tuneye. Ne pêkan e ku em ji vê poşman bibin. YPG terorîst e, hemû dinya wê vê yekê wiha bizabibe."
"Dema ku me di nav NATOyê da li ser maf û berjewendiyên welatê xwe hin îdia anîn rojevê, divê ev weke helwesteke dijî NATOyê neyê fêmkirin."
"Sînorên me yên li başûr di heman demê da sînorên başûr ên NATOyê ne jî. Ji ber vê yekê dema ku em sînorên xwe yên başûr diparêzin, ev parastin ji bo ewlehiya NATO û Ewropayê ye jî."
"(Dersînorkirina Balyozê Lîbyayê li Atînayê) Em wisa dinirxînin ku aciziyet û zafiyetek e. Dê bandorê li encamê neke."
"Daxwazên me (yên ji NATOyê) bi berjewendiyên me yên neteweyî ra eleqedar in. Ne pêkan e ku em ji van daxwazên xwe yên maqûl paşve gav bavêjin."
"(Rêkeftina Lîbyayê) Ne dijî tu cîranekî me, belê ji bo parastina maf û berjewendiyên herdu welatên serwer Lîbya û Tirkiyeyê hatiye kirin."
"Em ê destûrê nedin ku maf û hiqûqa Tirkiyeyê jî maf û hiqûqa birayên xwe yên Qibrisê jî werin binpêkirin. Em ê tu awayî destûrê nedin 'me kir û bû'yê û heke Tirkiye di nav da nebe, tu rêyên çareserkirinê wê derbasdar nebin. Bira her kes vê bizanibe."
"Di Herekata Kaniya Aştiyê da heta niha qadeke ku 145 kîlomêtre berfireh e, 30 kîlomêtre di hindur da ye bi temamî di kontrola me da ye."
Akar diyar kir ku li gorî daneyên Gallupê li Reqa û Hesekeyê rêjeya piştgiriya gelê herêmê ya ji bo Herekata Kaniya Aştiyê ji sedî 57 e.
"ANS terorîst nîne, ji bo ku terorîstên li herêmê berteref bike, axa xwe ji dagirkeriya terorîstan xelas bibe mil daye me û dixebite."
"Li qadê yên têkçûyî bêçare mane. Dixwazin bi derew û îftirayan xwe xilas bikin. Di bin serkeftina Mehmetçîk da pelçiqîn."
"Li cem me teqez sîlaha kîmyewî tuneye, cudakariya nijadî, dînî tuneye. Artêşa me xwedî nirxên neteweyî, menewî û pîşeyî ye.
"(Herekatên Pencikê) Ji bo ku terorîst amadekariya xwe ya zivistanê nekin, çi hewce kir me ew kirin."
"Hûn çeka kîmyayî bidin me, perwerde, amadekarî û wasiteya me ya agirkirinê tuneye. Sûcê dijî mirovahiyê ye û tu eleqeya me bi vê xusûsê tuneye"
"Em şirîkê F-35ê ne, mişteriyê wê nînin û wek şirîk me hemû berpirsiyariyên xwe bê kêmasî bi cih anîne."
"MÎT û Hêzên Çekdar di nav kordînasyonê da berê xwe didin hedefeke diyarde, operasyonan dikin û encamên pir cidî bi dest dixin."
"MÎT û Hêzên Çekdar di nav kordînasyonê da berê xwe didin hedefeke diyarde, operasyonan dikin û encamên pir cidî bi dest dixin."
"Em şirîkê F-35ê ne, mişteriyê wê nînin û wek şirîk me hemû berpirsiyariyên xwe bê kêmasî bi cih anîne."
(Îdiayên Kiliçdaroglu ên bo fabrîqeya tank paletê) Hewce bike em dikarin agahî pêşkêş bikin. Di vir da tiştekî veşartî tuneye her tişt eşkere ye
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar: "(Projeya F-35ê) Hezar perçeyên wê yên cuda cuda li Tirkiyeyê tên çêkirin."
"(Ligel Amerîkayê hevdîtinên li ser F-35an) Em hewil didin û îfade dikin ku ev kar bi awayekî maqûl û li gorî mantiqê were çareserkirin. Heger na, divê herkes bizanibe ku em ê dest bi hewildan û lêgerînên cuda bikin."
(Projeya F-35ê) Gava emrê F-16an temam bû, divê em balafirên nifşa bû bistînin. Hêviya me jî ew e ku li gorî rihê hevkariya stratejîk tevbigerin
"(Fabirqeya Tank Paletê) Li vê derê weke ku tank tên çêkirin, têgihaneke xelet heye. Tank nayê çêkirin, paleta tankê tê çêkirin. Çêkirina tankê teknolojiyeke cuda û veberhênaneke cuda ye. Piştî standina vê fîrmayê wê 50 milyon dolarî piştgiriyê bidê, lê xêncî vê belkî jî ji vê zêdetir wê di her qonaxa vê fabirqeyê da li gor pêdiviyê wê fabirqeyê modernîze bike. Wexta ku em bi çavî lê dinhêrin, em dibînin ku ev rêya herî aqilane, bi mentiq e ku wê pêdiviya me pêk bîne."