Fecri Barlık
02 Tebax 2026•Rojanekirin: 02 Tebax 2026
Li Sêrtê zarokekî 12 salî teisî çem û xeniqî, bavê wî ji bo xelaskirina kurê xwe, xwe avêt çem û di ro da çû û winda bû.
Li gor îdiayê duh êvarê li texma Pireya Botanê, ser rêya Sêrt û Erûhê F.S. (12) teisî û ket Çemê Botanê.
O.Syê bavê wî jî xwe peyê avêt ku kurê xwe xelas bike, lê di ro da çû.
Li ser êxbara kesên derdorê ambulans, ekîbên AFAD, UMKE, cendirme û xozneberên Îtfaiyeya Şaredariya Sêrtê sewqî herêmê kirin.
F.S. bi destê ekîban ji çem hat derxistin û hat tesbîtkirin ku xeniqiye.
Piştî tedqîqkirina dozgeriyê cinazeyê zarok birin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
O.Syê bavê zarok jî di ro da winda bû û ji bo dîtina wî xebat dan destpêkirin, lê ji ber ku tarî ket erdê, navber dan xebatan. Hat gotin ku bi şeveqê ra xebat wê cardin dest pê bikin.