Cuma Sarı
03 Tebax 2026•Rojanekirin: 03 Tebax 2026
Li Sîwêreka navçeya Şanliurfayê TIR û kamyonet li hev ketin û di qezayê da 5 jê zarok 8 kes birîndar bûn.
TIRa ku Kemal S. (42) diajot û plaqeya wê 55 AIZ 545 e, li ser rêya Sîwêrek û Şanliurfayê nêzî Taxa Edîzê li kamyoneta ku Mesut B. (30) diajot û plaqeya wê 42 HD 872 e, qelibî.
Li ser êxbarê ekîbên tenduristî, polês û cendirme sewqî herêmê kirin.
Di qezayê da Remziye (35), Seher (30), Nesîbe (28), Gulsum (8), Îbrahîm Halîl (6), Umut (6), Ela (4) û Eda B. (4) ku di kaseya kamyonetê da bûn, birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîwêrekê.