Ayşe Böcüoğlu Bodur
14 Gulan 2026•Rojanekirin: 14 Gulan 2026
Li gor lêkolîna "Bi Îstatîstîkan Ciwanî 2025" a Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê bajarê ku rêjeya nifûsa ciwan lê herî zêde ye bi rêjeya ji sedî 20,4 va Şirnex e. Piştî vî bajarî ji sedî 20î va Hekarî û ji sedî 19,8an va Sêrt tê.
Jimara ciwanên li tevahiya welêt weke 12 milyon û 708 hezar û 348 kes hat hesabkirin û ji sedî 51,2yê vê ciwanên mêr ji sedî 48,8 jî ciwanên jin in.
Bajarê ku rêjeya ciwanan lê herî zêde ye bi rêjeya ji sedî 20,4 va Şirnex e. Piştî vî bajarî ji sedî 20î va Hekarî û ji sedî 19,8an va Sêrt tê.
Bajarên ku rêjeya nifûsa ciwan lê herî kêm e jî bi rêjeya ji sedî 11,7an va Balikesîr ji sedî 11,9an va Ordu û ji sedî 12an va Mugla hat rêzkirin.