Ayşe Karaosmanoğlu
06 Tebax 2026•Rojanekirin: 06 Tebax 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê Teklîfa Qanûnê ya Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî da got, "Bila ev gava ku armanca wê xilaskirina Tirkiyeyê ye ji tehdîda terorê, bibe sedema xêrê."
Serokomar Erdogan di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da got:
"Teklîfa Qanûnê ya derbarê Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî, ku di encama şêwirên berfireh da hatiye amadekirin, îro bi lihevkirinek berfireh ku îradeya miletê me yê hêja ji bo dîtina çareseriyan nîşan dide, pêşkêşî Meclîsa Gazî hat kirin. Ez hêvî dikim ku ev gava ku armanca wê ew e Tirkiyeyê ji tehdîda terorê bi awayekî daîmî xilas bike, yekîtî û hevgirtina me ya neteweyî xurt bike û atmosfera aştiyê li welat û herêma me xurt bike, bibe sedema xêrê. Ez dixwazim bi taybetî hevpeymanê me yê Îtîfaqa Cumhûr Serokê MHPê Cenabê Devlet Bahçelî, spasiya parlementer û komên partiyên siyasî yên ku beşdarî temamkirina teklîfa qanûnê bûne, bikim."