Gökhan Çeliker
06 Tebax 2026•Rojanekirin: 06 Tebax 2026
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan got, "Êrîşên Îsraîlê yên ku serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê dikin armanc, di nava mezintirîn gefên dijî îstiqrara vî welatî da ne."
Fîdan li Enqereyê ligel Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Wezîrê Karên Derva Fîdan der barê êrîşên Îsraîlê yên dijî Sûriyeyê da got ku "Êrîşên Îsraîlê yên ku serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê dikin armanc, di nava mezintirîn gefên dijî îstiqrara vî welatî da ne."
Fîdan bal kişand ser rewşa li Xeta Xezeyê û destnîşan kir ku dewamkirina êrîşên Îsraîlê, tevî lihevkirina li ser plana aştiyê ya Xezeyê, careke din nîşan da ku Netanyahu naxwaze aştî çêbe.
Wezîr Fîdan got ku "Em dibînin hikûmeta Netanyahu tevgerên terorê li Şerîeya Rojava û Qudsê jî zêde dike."
- Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Şeybanî
Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî jî got, "Sûriyeyeke yekbûyî û dûrî teror û milîsan, garantiya herî xurt e ji bo parastina sînorên me yên hevpar (bi Tirkiyeyê ra)."