08 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2016
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Tersaneya Tuzlayê di merasima keştiya alîkariya lojîstîk a bi navê "TCG YZB. Gungor Durmuş" ku berdan ser behrê da xeberda.
Serokwezîr Yildirim di axaftina xwe da wiha go: "Piştî hewla derbeyê ya bêbext a ku di 15ê Tîrmehê da rabûnê mixabin hêzên me yên çekdar bi neheqî îtibara xwe winda kir. Sedema vê endamên devbixun ên FETOyê yên ku ketibûn şiklê leşkeran e. Miletê me hesas û xwedî basîret e û di demeke kin da ferqa van endamên terorê û leşkerên me yên ku xizmeta welat, dewlet û gelê xwe dikin fehm kir û dersa ku hewce dike da wan."
Yildirim bal kişand ser têkoşîna dijî terorê û wiha got: "Li nav welêt li dijî terora PKKyê, li derva jî li dijî terora DAEŞ, YPG û PYDyê Tirkiye bi biryardarî şer dike. Tenê armanceke operasyona Mertalê Feratê, operasyonên li Rojhilat û Başûrê Rojhilat û li bakurê Iraqê heye, welatê xwe jbelaya terorê xilas bikin û tesîra terorê ya li cînaran ji holê rakin. Di vê mijarê da tiştên ku tên gotin ji bo me girîng nînin. Ya girîng ewlehiya Tirkiyeyê, yekîtiya Tirkiyeyê û aştî û hizûra gelê me ye."
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku Tirkiye êdî tenê keştiyan çênake û wiha pê da çû: "Tirkiye êdî bi tenê ji bo xwe keştiyan çênake, hat asteke wisa ku dikare keştiyan îxracî hemû dinyayê bike. Vê jî têra me nekir, vê rêjeya xwemaliyê jî bi lez û bez zêde dikin. Di pîşesaziya xweparastinê da me rêjeya xwemaliyê ji sedî 20î derxiste ji sedî 60î, ev îmkan û qebiliyeta welatê me eşkere nîşan dide."
Yildirim destnîşan kir ku di warê behrevaniyê da li dinyayê bûne 14emîn û wiha xeberda: "Bi xebatên ku dewleta me di nav 14 salan da di warê behrevaniyê da dike, em li dinyayê bûn 14emîn. Di nav 30 dewletên ku ji sedî 80 ticareta behrê îdare dikin da Tirkiye bûye 14emîn. Ev serkeftineke mezin e, lê têrê nake."
Serokwezîr Yildirim der barê tersaneyan da jî wiha got: "Tersaneyên me ji bo 49 salan hatibûn kirêkirin, 18 sal ma ku ev dema biqede. Me biryarek sitand, wext ji bo 49 salan dirêj kir. Bi xêr be."