07 Îlon 2016•Rojanekirin: 08 Îlon 2016
ANKARA
Di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da 3 nivîskarên rojnameya Yenîçagê hatin binçavkirin.
Li gorî agahiya ku ji berpirsên emniyetê hat wergirtin, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya der barê hewldana derbeya FETOyê da ekîbên Şaxa Dijî Sûcên Organîze ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê nivîskarên rojnameya Yenîçagê Servet Avci, Adnan Îslamogullari û Yavuz Selim Demirag li mala wan binçav kirin.
Nivîskarên ku hatin binçavkirin, seba wergirtina îfadeyê ew birin Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê. Herwisa seba lêkolînê, ekîban dest danîn ser kompûter û materyalên dîjîtal ên binçavkiriyan.
Ji hêla din Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Metropolê Ozer Sencar jî di çarçoveya heman lêpirsînê da hat binçavkirin.