Sevim Hatun
05 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2016
ADANA
Ji 3 gumanbarên di çarçoveya şewata wargeha xwendekaran a taybet a li Aladaga navçeya Edenê de hatibûn binçavkirin jê 2 gumanbar hatin girtin. Hejmara girtiyan gihîşt 6an.
Li gor agahiya ku hat hildan, 2 endamên saziya birêvebirinê ya komeleyê ku piştî şewatê hatibûn binçavkirin, piştî kar û barê li ewlekariyê sewqî dozgeriyê hatibûn kirin. Herwiha jêpirsîna wan a li pêşiya dozger temam bû.
2 endamên rêveberiyê yên komeleyê ku navê wan nehat eşkere kirin, hatin girtin û ji endaman yek jî bi şerta kontrola edlî serbest hat berdan.
Herwiha hejmara gumanbarên ku di çaçroveya lêpirsînê de hatin girtin derket 6 an.
Li Aladaga navçeya Edenê, di 29ê mijdara 2016an de agir bi wargeha xwendekaran a taybet ketibû. Di şewatê de 10 xwendekar, qîza 6 salî ya berpirsê wargehê û hîndekarek bi tevahî 12 kes miribûn, 24 kes birîndar bûbûn.
Di nav de Midûrê Wargehê Cumali Genç û Serokê Komeleya Alîkariyê Xwendekar û Qursa Aladagê îsmaîl Ugur jî 4 kes hatibûn girtin, 7 kes jî bi şerta kontrola edlî serbest berdabûn.