09 Mijdar 2016•Rojanekirin: 10 Mijdar 2016
ANKARA
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag beşdarî Maseya Edîtoran a AAyê bû û pirsên der barê rojevê da bersivand.
Ji Wezîr Bozdag pirsîn ku piştî qezenckirina Donald Trump gelo têkiliyên di navbera Tirkiyeyê û DYAyê da yê çito bibin, li ser vê wezîr wiha got:
"Xelkê DYAyê wekî serok kê hilbijêre, Tirkiyeyê berdewam be û dê bi wî serokî ra bixebite. Ji ber ku peywendiyên DYA û Tirkiyê, peywendiyên di navbera dewletan da ne. Berjewendiyên me yên hevpar hene. Hevkariya me ya stratejîk heye, di mabeynê da gelek peyman hene. Guhertina serokan di van peywendiyan da guhertinên bingehîn nakin."
Bozdag diyar kir ku encama hilbijartina seroktiya DYAyê biryara gelê wan e û wiha pê da çû:
"Heta niha kesî bi manşetên rojnameyan, bi anketan û bi têlevîzyonan va hilbijartina bi dest nexistiye. Ya ku ez dibînim, xelkê Amerîkayê ji midaxaleya li ser îradeya xwe ra got 'na'. "
- Nakokiya welatên Ewropayê
Wezîrê Dadê Bozdag li ser pirseke der barê ziyareta balyozên hin welatan a komcivîna HDP da wiha axivî:
"Duh balyozên hin welatan çûn komcivîna HDPê û bê rêzî kirin. Curetî midaxaleya daraz û karên navxweyî yê Tirkiyê kirin. Tu kes nikare ferman û telîmatê bide daraza tirk, ne Serokê Giştî yê CHPê, ne partiyeke din, ne jî balyozên welatên ku endamê Yekîtiya Ewropayê ne, ne jî yekî din. Nikarin pêşniyazê bikin û telqînê bikin. Daraza Tirkiyê wek darazên welatên YEyê serbixwe û bê alî ye. Ji midaxaleya derva ra vekirî nîn e."
Bozdag bal kişand ser nakokiyên welatên Yekîtiya Ewropayê û got, "Ev demeke dirêj e Yekîtiya Ewropayê bi çavekê baş li hemû mijarên li dijî Tirkiyeyê mêze dike. Çaxa ku em mêze dikin di biryarên ku dane da vê dibîne. Gelo qet li Tirkiyeyê tu tiştekê baş û kaw nabe? Dema ku li raporên wan mêze dikin dibînin ku qet qala van nakin û li ciyên din nanirxînin."
- "Herin îfadeya xwe bidin"
Wezîrê Bozdag diyar kir ku sedema muameleya ku li parlementerên HDPê hat kirin îfadenedayîna wan e û dibê her kes here îfadeya xwe bide û wiha axivî: "Niha der barê 15 perlementerên HDPyî da muamele hatiye kirin. Parlementerek jî berê hatiye û îfade daye. Lê ew parlementerên mayîn digel bang li wan hatiye kirin neçûne û îfade nedane. Ez niha bangî wan dikim, ji kerema xwe dozger yan jî dadgeh kê gazî we kiriye herin îfadeya xwe bidin, pirsên ji we dikin bibersivînin. Ez niha ji bo hemû parlementerên ku neçûne îfade dayînê bang dikim ku bila herin îfade bidin."
- "Ev projeyeke navneteweyî ye"
Bozdag der barê îdiayên ku dibêjin Tirkiye alîkariyê dide DEAŞa rêxistina terorê da operasyoneke navneteweyî ye û hewl didin ku Tirkiyeyê rûreş derxin û di tengasiyê da bihêlin û wiha aixivî:
"Ev îftirayeke mezin a ku li Tirkiye û hikûmeta Tirkiyeyê tê kirin e. Welatê ku derbeya herî mezin li DEAŞê xist Tirkiye ye, hikûmet jî hikûmeta Tirkiyeyê ye.
Hewla îspatkirina alîkarîdayîna DEAŞa rêxistina terorê ya Tirkiyeyê projeyeke navneteweyî ye. Bi taybetî bi telîmata Fetullah Gulenê terorîst ê rêvebirê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) va terorîstên Fetullahî yên di darazê da bi alîkariya terorîstên di nav hêzên ewlekariyê da li gor telîmata ku hildan dixwazin ku Tirkiyeyê di tengasiyê da bihêlin û têxin zorê ev operasyona ji bo vê ye."
- "Di navbera daxuyaniyên CHPê û Qendîlê da ma ferq heye?"
Wezîr Bozdag bal kişand ser danezana CHPê û gotinên danezanê rexne kir û wiha got:
"Danezana Birêz Kilicdaroglu... Weki ez dinêrim ku ev danezan an PKK amade kir, an bi hevkariya FETO-PKK hatiye amedekirin, an ji hersêyan bi hevra amadekirin, min fehm nekir. Tiştên ku ew dibêjin, tîne ziman. Yanî gotinên wan dike. Telîmata didin darazê jî. Dibêjin 'demildest vê bikin, zû evana bikin'. Zen dikin ku daraza Tirkiyeyê di bin emrê wan daye."