16 Hezîran 2016•Rojanekirin: 21 Hezîran 2016
BITLÎS
Li Guroymaka navçeya Bidlîsê di meha remezanê de welatî zêdetir çîgê (ecîna xav) dikirin.
Ji ber ku li ser sifreyên fitarê çîg tê xwarin, firoşkar jî kêfxweşin.
Ridvan Karakuşê (30) ku çîg difroşe got ku di remezanê de ew zêdetir difroşe û wiha axivî: "Remezan wek her car vê carê jî bi bereketa xwe ve hat. Em du qatê wê zêdetir difroşin. Nêzîkî fitarê welatî tên û dikirin. Em jî di vê meha pîroz de çîkê ji ser sifra xwe ya fitarê kêm nakin."