Ahmet Aydın
25 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2016
ŞANLIURFA
Sekretêrê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Mehmet Yavuz der barê hewla derbeyê da got, "Ew şerletanê ku cilê melayan li xwe kiriye û qesda nirxên vî memlaketî dike, planên wa yên ku 30 sale datînin, di serê wan ra hatin derxistin."
Yavuz li Qada Rabîaya Şanliurfayê beşdarî çalakiya ku ji aliyê Şaredariya Haliliyê va hat lidarxistin bû û gotarek pêşkêş kir. Yavuz destnîşan kir ku welatiyên tirk, ereb û kurd li derdora bertekeke hevbeş civiyane.
Yavuz hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) bi tundî şermezar kir û anî ziman ku weke partiyê ji 15ê temûzê şûnda digel welatiyan bê cihêkirina bîra siyasî li meydanan dicivin û bertekê nîşan didin.
Sekretêrê HUDA PARê îfade kir ku hinek xayin dixwazin di ser Tirkiyeyê ra planên xwe yê şeytanî destbikar bikin û wiha got, "Hemd ji Xwedê ra, ew Şanliurfaya ku di dema derbeya 1960î da Bedîuzzeman Seîdê Nursî teslîm nekir, îro jî teslîmî wê zihniyeta derbekara cunta nebû. Ev milletê misulman li nirxên xwe, li beqaya xwe xwedî derket û rê neda êrîşên şeytanî. Em bi we serbilin din."
Yavuz anî ziman ku mesele ne meseleya tirkîtî, erebîtî û kurdîtî ye, mesele di ser partiyên siyasî ra, meseleya Tirkiyeyê ye û got, "Derbekar negihîştin armanca xwe. Ew şerletanê ku cilê melayan li xwe kiriye û qesda nirxên vî memleketî dike, planên wa yên ku 30 sale datînin, di serê çeteyê wî ra hatin derxistin. Me weke millet, ji derbekaran pir kişandiye. Me êşkence xwarin, qesda azadiya me kirin, ji ber vê yekê bû millet li meydanan xwe avêt pêşiya tankên wan."