09 Tebax 2016•Rojanekirin: 09 Tebax 2016
ANKARA
Dadgeha Zagonê piştî lêpirsîna FETOyê biryar da ku endam Alparslan Altan û Erdal Tercan bên îxrackirin. Dadgehê ji bo sedema îxrackirinê wiha got: "Hewldana derbeyê ya 15ê tîrmehê ji niha ve wek lekeyeke reş cihê xwe di dîroka demokrasiya Tirkiyeyê de girt. Divê ev encam bê derxistin ku ev li hember pergala zagona demokratîk, li hember maf û azadiyên bingehîn û li hember ewlehiya neteweyî êrîşa herî giran bû."
- "Ji bo ku rê li hember hewldanên vî rengî bên girtin tevdîr bên dîtin"
Di hincetnameyê de hat gotin ku derbe hatiye têkbirin û ji bo ku cardin hewldanên wiha neyê kirin û ev taluke ji holê bê rakirin divê tevdîr bên dîtin.
Hat gotin ku heke Altan û Tercan wezîfeya xwe bidomînin baweriya darazê û rêza ku tê nîşandan wê zirarê bibîne.
Hincetnameyê wiha dewam kir: "Ev endamên ku rewşa wan wiha hat gotin heke di Dadgeha Zagonê ya ku wezîfeya wê ya ewil ew e ku pergala zagonî ya demokratîk û maf û azadiyên bingehîn biparêze de bixebitin, eşkere ye ku baweriya darazê û rêza ku ji bo dadgehê tê nîşandan wê zirarê bibîne."