09 Sibat 2017•Rojanekirin: 10 Sibat 2017
DIYARBAKIR
Der barê Huda Kayaya Parlementera HDPyê ya Stenbolê da di lêpirsîna terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê dimeşîne da ji ber sûcên cuda heta 25 salan cezayê hepsê tê xwestin.
Dadgeha Cezayê Giran a 4emîn îdianameya bi destê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê hat amadekirin, qebûl kir.
- "Beriya bûyerên 6-8ê cotmehê tevlî banga hat kirin bû"
Di îdianameyê da peyama li ser Twitterê ya Navenda Giştî ya HDPyê ya beriya bûyerên 6-8ê cotmehê cî digire.
Di peyamê da wiha tê gotin: "MYKya HDPyê vê gavê di cîvînê da ye. Rewşa li Kobaniyê di xetereyê da ye. Em bangê li gelê xwe dikin li dijî êrîşên IŞÎD û ambargoya AKPyê ya li ser Kobaniyê derkevin kuçeyan û piştgiriyê bidin yên derketine."
Di îdianameyê da tê diyarkirin di bûyerên 6-8ê cotmeha 2014an da gelek kes mirin, birîndar bûn û gelek avahiyên taybet û kamuyê xisar dîtin.
Tê diyarkirin Kaya jî di nav endamên Lijneya Rêvebiriya Navendî ya HDPyê da cî digirt.
Di îdianameyê da tê destnîşankirin her çiqas Kaya sûcdarkirinê qebûl neke jî wek endama MYKyê tevlî biryarê bûye.
Di îdianameyê da tê diyarkirin Kayayê bi daxuyaniya çapemeniyê êrîşên li Sûra navçeya Diyarbekirê meşrû nîşan daye û operasyon li dijî endamên rêxistina terorê jî wekî li dijî gel tên kirin nîşan daye û operasyonan wek "komkujî" bi nav kiriye.