Türkan Tosun
09 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2018
ERZURUM
Hat ragihandin li Herêma Rojhilatê Anadoluyê mij, qeşa û cemed wê çêbibe.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn li herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be.
Hat gotin germahî wê li gor demsalê be, ji aliyê başûr car caran wê ba çêbibe.
Li Agiriyê berfê bibare û der û dora Îdirê jî baraneke gur wê bibare.
Li herêmê germahiya hewayê ya herî kêm a bi şev li Îdirê 5 pile, li Agiriyê 0 pile, li Erdexanê di bin sifirê da 4 pile, li Qersê di bin sifirê da 3 pile, li Erziromê di bin sifirê da 2 pile û li Erzinganê di bin sifirê da pileyek hat pîvan.
Germahiya nava rojê ya herî zêde jî wê li Îdirê 8 pile, li Erzinganê 7 pile, li Erzirom, Erdexan û Agiriyê 3 pile û li Qersê jî 2 pile be.
Li navendên xweşiqitandinê qalindahiya berfê li Palandokena Erziromê 34, li Sariqamîşa Qersê 30 û li Ergana Erzinganê jî 10 santîmêtro hat pîvan.