İbrahim Atmaca
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
VAN
Şaredariya Gurpinara navçeya Wanê ji bo ku teyr û tûr necemidin ji bo wan hêlîn bi dîregên ceyranê û darên navçeyê va monte kirin.
Şaredariya Gurpinarê ku Wezreta Karên Navxweyî cîgirê şaredar lê wezîfedar kir, digel xizmetên binezasî-sersazî û xebatên şaredartiya civakî va, zivistanê jî ji bo teyr û tûyan hêlînan çêdike da ku necemidin.
Midûriya parq û bexçeyan a şaredariyê bi telîmata Qaymaqam û Cîgirê Şaredar Osman Dogramaci ji bo teyr û tûyan 44 qefes çêkirin.
Piraniya van qefesan li navenda navçeyê û parqan bi dîregên ceyranê û daran va hatin montekirin.
Wezîfedar çend rojan carekê êm datînin van qefesan.
Midûrê Parq û Bexçeyan ê Şaredariya Gurpinarê Mustafa Ayşîn diyar kir ku çivîka beytik, qumrî û kevok di serî da gelek teyr û tû serma dikin.
Ayşîn diyar kir ji bo ku ev teyr û tû ji sermayê werin parastin û birçî nemînin wan xebat kirin û wiha dewam kir: "Ji 44 qefesên ku me çêkirin 30 qefes hatin montekirin. Qefesên din jî wê di nav du rojan da werin boyaxkirin û em ê montaja wan jî bikin. Ji bo qefes bedew werin çi ji destê me hat, me kir. Hevalên me yên wezîfedar wê her hefte van qefesan paqij bikin û dîsa daynin cihê wan."
Di daxuyaniya ku ji şaredariyê hat dayîn da hat gotin ku ji bo heywanên kuçe û kolanan jî wê xebatekê bikin.