06 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê xîma projeyên ku dê Sûra navçeya dîrokî ya ku di êrîşên terorîstên PKKyî de xisar dît ji nû ve ava bike hat avêtin û gelê navçeyê ji ber vê yekê kêfxweş e.
Ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve li Sûra navçeya Diyarbekirê xîma projeyên merhaleya 1emîn a "Projeya Verastkirina Peyzajê ya TOKIyê û Rekreasyonê", "Projeya Malên Diyarrbekirê yên Kevneşopî û Peyzaj û Rekreasyona Newala Dîcleyê" hatin avêtin û welatî ji ber vê yekê kêfxweş in.
Ji esnafê navçeyê Fûat Îzgî bi bîr xist ku ji ber bûyerên terorê kargehên wan 5-6 meh girtî man, ji pêvajoyeke dijwar derbas bûn û got ku nû bi ser xwe ve tên.
Îzgî diyar kir ku xebatên ku li Sûrê dane destpêkirin berdewam dikin û xwest ku navçeyê wan bê rewşeke baştir û wiha axivî: "Em jî bi hêvî ne. Sûr xitabî her derê dike. Em ji dewletê xwe li benda tiştên xweşik in. Çêkirina avahiyan, geşbûna van deran ji bo me gelekî girîng e."
Mahmut Modanliogluyê ku ev 50 sal in ku li Sûrê esnafiyê dike jî diyar kir ku navçe piştî bûyerên ku qewimîn xweşik bû û geş bû. Modanlioglu got ku dewletê arîkariyeke mezin da esnafê navçeyê û da zanîn ku dikan hatin nûkirin temîrat bi hemû leza xwe berdewam dike.
Modanlioglu wiha xeberda:
"Înşelah ev kar dê kurtedemekê da kuta bin. Milet dê êdî bigehîje refahê. Vêga Sûriçi ewletirîn ciyê Diyarbekirê ye. Diyarbekirê bigehîje rojên xwe yên berê. Sûr dilê Diyarbekirê ye. Dewlet xwedî esnafê Sûrê serket. Ez gelek spasiya Serokomar dikim. Serokomar li cem gel e. Xwedê bira jê razî be."
Esnaf Tayfur Bîrtane diyar kir ku dewletê soza xwe anî cih û alîkariya wan kir û wiha got, "Sûriçi cardin zindî bû. Xwedê ji dewleta me razî be."
Esnaf Şehmus Fîdanci jî got ku deverên ku di bûyerên terorê da rûxîn tên temîrkirin û ev jî cihê xwe yê heviyê ye û wiha got, "Dewlet li gel xwedî derket. Xelkê jî ev fêm kir û helwesta xwe eşkere îfade kir."
Fîdanci got ku wê Tirkiye tucarî wekî Sûriyê nebe û wiha dewam kir:
"Ev welêt welatê me hemûyan e. Tirk, kurmanc, çerkez, zaza, ereb... Hemû kesên li ser axa vê welatê dijîn bila zanibin ku ji bilî Tirkiyeyê welatekî din tune ku herin lê bijîn. Em mecbûr in ku ji berê bêtir li welatê xwe xwedî dekevin."
Ji welatiyan Faysal Çelîk got ku Serokomar, Serokwezîr û wezîr hatine herêmê ziyaret kirine û soz dane esnafan ku hemû pêdiviyên wan bi cih bînin û da zanîn ku li ser soza xwe man û wiha dewam kir: "Wezîrê me duh li vê derê bû. Em hêvîdar in."
Mehmet Alî Kalkan wiha axivî:
"Xebatên avakirin û vesazkirinê dewam dikin. Daxwaza me ew e ku cardin bûyerên bi vî şiklî neqewimin. Wezîrê me duh li vir bû em kêfxweş in. Xîmê hin projeyan hat avêtin. Em kêxweş in."