06 Hezîran 2016•Rojanekirin: 07 Hezîran 2016
ÇANAKKALE
Keştiyeke girêdayî Hêza Behrevaniya DYAyê ji tengava Çanakaleyê bihurî.
Keştiya leşkerî ya DYAyê ya ku nimroya wê ya bordayê 78 e û navê wê "USS Porter" e ji aliyê Behra Egeyê ber bi Behra Marmarayê diçe. Keştî dema ku ji tengavê bihurî, ekîbên Fermandariya Grûba Çanakaleyê ya Ewlekariya Qeraxan jî bi botan beşdariya wê kirin.
Der heqê bêndera ku keştiyê biçê da agahî nehat dayîn.