Haydar Şahin
18 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2018
IGDIR
Li Îdirê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da Kiznaz Turkeliya parlamentera Îdirê ya HDPyê ya berê jî tev 6 şikbar hatin binçavkirin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr a Îdirê ji bo derdestkirina şikbarên di çarçoveya lêpirsînê da hat tesbîtkirin têkiliya wan bi PKK/KCKya rêxistina terorê heye îro ber destê sibê operasyona hemdem dan destpêkirin.
Di operasyonê da Kiznaz Turkeliya parlamentera Îdirê ya HDPyê ya berê, Abdulkadir Ozsularê serokê meclisa giştî ya Îdirê yê berê, Şaziye Ondera alîkara şaredarê Îdirê ya berê, Mehmet Gultekînê şaredarê Tuzlucayê yê berê, Oya Malgaz û Vedat Yilmazê endamên HDPyê hatin binçavkirin.
Piştî kontrola tenduristiyê şikbar birin Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr.