Önder Beyter
09 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2018
ANTALYA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez diyar kir ku keştiya yekemîn a sondajê ya Tirkiyeyê, Fatîh li peravên Antalyayê xebatên xwe dimeşîne û wiha got, "Keştiya me ya sondajê Fatîh dawiya vê mehê dê li Behra Spî dest bi sondaja xwe ya ewil bike. Înşelah em ê keştiya duyemîn jî di demeke nêzîk da tevlî fîloya xwe bikin. Ez dixwazim vê yekê bînim ziman ku li Behra Spî em ê bi taybetî çavkaniyên xwe yên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da heya dawiyê biparêzin."
Donmez di vebûna Zîrweya Vejenê ya 9emîn a Tirkiyeyê da axivî û diyar kir ku Tirkiye di çarçoveya Polîtîkaya Vejena Neteweyî û Madenê da gavên pir girîng avêtin.
Donmez di axaftina xwe da bal kişand ku Tirkiye mecbûr e ku çavkaniyên xwemalî, di pileya maksîmum da biemilîne û wiha dewam kir, "Em xebatên pêwîst dikin da ku ev çavkanî bi destê sektora taybet bibin veberhênan."
Wezîr Donmez diyar kir ku di vê çarçoveyê da wan par îhaleyên vejena tav û bayê yên Qadên Çavkaniya Vejena Lixweveger (YEKA) pêk anîn û herwiha ew ê heya 23yê cotmehê seba îhaleya vejena bayê YEKA ku dê 1,200 megavat û offshore (li ser behrê) be, teklîfan werbigirin.
Wezîr Donmez wiha axivî, "Me biryar stand ku ji bo pergala depokirina bataryayê, îhale û nexşerêyeke cuda durist bikin."
Donmez bal kişand ku Tirkiye dê bi aboriya xwe ya saxlem û îstiqrara xwe ya siyasî ya bihêz va şirîktiya xwe ya projeyên navneteweyî bidomîne û wiha pê da çû:
"Keştiya me ya sondajê Fatîh dawiya vê mehê dê li Behra Spî dest bi sondaja xwe ya ewil bike. Înşelah em ê keştiya duyemîn jî di demeke nêzîk da tevlî fîloya xwe bikin. Ez dixwazim vê yekê bînim ziman ku li Behra Spî em ê bi taybetî çavkaniyên xwe yên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da heya dawiyê biparêzin."
Herwisa Wezîr Donmez der heqê avakirina santralên vejena tavê da jî wiha axivî, "Em plan dikin ji Qersê heya Edîrneyê li hemû parêzgehan santrala vejena tavê ku 40-50 megavat e, ava bikin."