İbrahim Atmaca
09 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2018
BRUKSEL
Li Belçîkayê ji ber krîza Pakta Koçberan a Neteweyên Yekbûyî, Tifaqa Flamanê ya Nû ya Netewperwer (N-VA) diyar kir ku ji hikûmeta koalîsyonê vekişiya.
Wezîrê Karên Navxweyî yê N-VAyî Jan Jambon ji radyoya VRTyê ya ku li Belçîkayê bi Flamanî weşanê dike ra axivî û wiha got, "Ez dixwazim bêjim ku wezîrên N-VAyî bi awayê fermî îstifaya xwe dan."
Wezîrê Penaber û Koçê yê N-VAyî Theo Francken jî wiha got, "Min nameya xwe ya îstifayê pêşkêş kir."
Serokwezîr Charles Michel jî diyar kir ku hikûmet wê bela nebe, şûna wezîrên N-VAyî wê ji endamên partiyên koalîsyonê tayînan bikin û "dewama saziyan û îstiqrarê wê çêbe."
Li gor çapemeniya herêmî ya Belçîkayê Serokwezîr Michel wê îro bi Qral Philipper ra hevdîtinê bike û der heqê îstifaya wezîran da agahiyê bidê.
Piştî ku N-VA ji hikûmeta koalîsyonê veqetiya, ji herêma Vagonê Lîberal (MR), Demokratên Xristiyan (CD&V) û Lîberal (Open Vld) wê hikûmeta Michel da dewam bikin.
Li Belçîkayê tê payîn ku hilbijartina giştî sala bê di meha gulanê da were kirin.
- Krîza hikûmetê
N-VA di serê ser da li dij bû ku hikûmet Pakta Koçberan a NYê îmze bike.
Duh li paytext Brukselê Lijneya Wezîran a hikûmeta federal ji bo ku li ser Pakta Koçberan a NYê mizakere bikin, civiyabûn û wezîrên N-VAyê lijneya wezîran terk kiribû.
Piştî Lijneya Wezîran pêşengê N-VAyê Bart de Wever civîna çapemeniyê li dar xistibû û gotibû ku heke Serokwezîr Michel pakta koçberan îmze bike, ew ê ji koalîsyonê vekişin.
Michel jî ji bo Pakta Koçberan a NYê daxuyandibû ku wê di navbera 10-11ê berfanbarê da li Marakeşa bajarê Fasê beşdarî konferansa hikûmetan bibe.