22 Gulan 2016•Rojanekirin: 22 Gulan 2016
DİYARBAKIR
Li Yenîşehîra navçeya Diyarbekirê hêzên ewlekariyê di traktorekê da bombeyên di nav sergîn da hatibûn veşartin desteser kirin û ew îmhakirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê, xebatên hêzên ewlekariyê yên ji bo qefaltina terorîstan dewam dikin.
Di daxuyaniyê da wiha hat diyarkirin, Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê û Midûriyeta Ewlekariyê, ji bo rê li ber girtina êrîşên bi wesayitên bombebarkirî û teqandina teqemeniyên destî, qefaltina terorîstan xebatan didomînin. Herwiha hêzên ewlekariyê ji bo têkiliya terorîstan bi navend û navçeyên bajaran ra qut bikin, çek, muhîmat, teqemeniyên destî desteser bikin li ser rêyan kontrolê dikin.
-Teqemenî di nav sergînê heywan da veşartine
Di çarçoveya xebatan da îro saet derdora 02.00an li herêma gundê Yaytaşa ser navçeya Yenîşehirê ser rêyan kontrol hatin kirin, dema kontrol dihat kirin motorekî digel bangewazî û hişyariya hêzên ewlekariyê nesekinî. Di daxuyaniyê wiha hat gotin: "Di traktora bombebarkirî da lêgerîn hat kirin. Di wesayitê da 3 tupên biçûk yên bi TNTyê hatibûn bihêzkirin, 3 funyeyên bi elektrîk, nêzî 2-3 tonan amonyum nîtrat û teqemeniya destî ya bi toza alumînyomê çêkirî hatin tespîtkirin. Hat dîtin ku ji bo teqemenî neyê qefaltin bi sergînê heywanan va nixaftine."
-Terorîstek mirî hat qefaltin
Terorîstê mêr ê ku motora teqemenî barkirî diajot mirî hat qefaltin. Hat destnîşan kirin ku li ser terorîst kûmandaya ku bombeyan ji dûr va diteqîne hat desteserkirin û ji aliyê hêzên ewlehiyê va bi awayekî ewledar hat îmhakirin.