Fatih Gazioğlu
11 Mijdar 2017•Rojanekirin: 11 Mijdar 2017
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê di êrîşekê da kesek hat kuştin, kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan, bûyer li taxa Camî Nebiyê li ser kolana Karaozanê çêbû. Di bûyera ku sedem nayê zanîn de kesekî biçekê êrîş bir ser dikaneke ku melmezeyên ceyranê difiroşe.
Di êrîşê de Mixtarê Taxa Camî Nebiyê Îhsan Yeşîl û Metîn Arda birîndar bûn.
Yeşîlê birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Selahaddîn Eyûbî ya Dewletê. Metîn Arda jî rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û Arda li wê derê mir.
Polêsan ji bo girtina şikbarekî xebat da destpêkirin.