28 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2016
DIYARBAKIR
Arîkarên Sekreterê Giştî yên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Necatî Pîrînççîoglu û Rojda Balkaş Akyuz û Serokê Daîreya Xizmetên Piştgiriyê Şiyar Nezan hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin bi hinceta binçavkirina Şaredara Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak û Endamê Meclisa Şaredariyê Firat Anli pankarteke ku li serê "Bila Hember Vîna Gel Rêz Bê Girtin, Serokên Me Serbest Bên Berdan" li avahiya şaredariyê hat daliqandin.
Hêzên ewlehiyê di çarçoveya biryara ku Dadgeriya Cezaya Silhê ya 1emîn a Diyarbekirê da de pankart daxistin û di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê da destpêkirin de jî Pîrînççîoglu, Akyuz û Nezan hatin binçavkirin û ew birin midûriya ewlehiyê.