Muhammet Kurşun
13 Sibat 2017•Rojanekirin: 13 Sibat 2017
Îstanbul
Li Stenbolê di çarçoveya operasyonên li dijî terorê de polês girte ser 104 navnîşanan û 70 gumanbarên PKK/KCKê derdest kirin.
Li gor agahiyan ekîbên Mudiriya Şaxa Mucadeleya li Dijî Terorê ser bi Ewlehiya Stenbolê berê sibehê li ser îstixbarata ku dê li bajêr êrişên bombeyî, çekdarî û molotofkokteylî bêne kirin operasyon dan destpêkirin.
Ekîbên dije terorê ji bo derdestkirina 104 endamên rêxistina terorî ku der heqê wan de biryara girtinê heye li 104 navnîşanan operasyon meşand. Di operasyonan de ji gumanbaran 70 kes hatin binçavkirin.
Di lêgerînên li navnîşanan de tivingek, çekek, çekek xweşiyê û gelek fîşek û dokûmanên rêxistinî û herwiha malzemeyên dijîtal ên bişifre hatin bidestxistin.
Lêpirsîna gumanbaran li Mudiriya Ewlehiyê ya li Cadeya Vatanê didome.
Ji bo girtina 34 gumanbarên din jî operasyon didomin.