27 Gulan 2017•Rojanekirin: 27 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê dijî şaxa ciwanan a PKKya rêxistina terorê operasyon hat kirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dîjî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê û hereketa taybet li dijî YDG-Hya şaxa ciwanan a PKKyê li Sancaktepe û Çekmekoyê di heman demê da derketin operasyonê.
Hat diyarkirin di operasyonê da gumanbarên tê îdiakirin endamê rêxistinê ne hatin binçavkirin û li navnîşana gumanbaran lêgerîn hat kirin.
Hat destnîşankirin gumanbaran li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekiyê ji kontrola tenduristiyê derbas kirin û peyra birin Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê.