Haydar Şahin
16 Hezîran 2018•Rojanekirin: 17 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Ji ber ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ew ê sibê li Bakirkoyê mitînga partiya xwe li dar bixe hin rê ew ê ji trafîkê ra werin girtin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Şaxa Kontrola Trafîkê ya Stenbolê da hat diyarkirin ku HDP ew ê sibê di saet 17.00an da li Bazara Gel a Şemiyê ya li Bakirkoyê mitînga partiya xwe li dar bixe, ji ber vê sibê ji saet 03.00yan pê va hetanî temamkirina mitîngê rê ew ê ji çûyîn û hatinê ra werin girtin. Ji bo rêyên girtî jî rêyên alternatîf hatin eşkerekirin.
Li gor vê Bulvara Îsmaîl Erez, Kuçeya Olgunlar û kuçe û kolanên derdikevin ser wan herdu rêyan ew ê ji çûyîn û hatinê ra werin girtin.
Bulvara Ekrem Kurt û Kolana Încîrliyê jî wekî rêyên alternatîf hatin diyarkirin.