Haydar Şahin
11 Mijdar 2017•Rojanekirin: 11 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 6 şikbar bi hinceta amadehiya çalakiyên sansanyonel hatin derdestkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê îxbar hildan ku hucreyeke DEAŞê ya ji 6 kesan pêk tê li gor telîmata ku ji rêxistinê hildane pîlan dikin ku çalakiyan bikin û li ser vê xebat dan destpêkirin.
Ekîban di çarçoveya xebatan da operasyona hemdem kirin û 6 şikbar binçav kirin.
Di lêgerîna li navnîşanan da gelek dokumanên rêxistinê û amûrên dijîtal hatin girtin.
Karûbarên li ewlekariyê yê şikbarên ku tê îdiakirin ku di nav amadehiyên çalakiyan da ne hê dewam dikin.