İbrahim Atmaca
21 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2018
ANKARA
Li Tayvanê treneke rêwiyan ji rê derket û li gor agahiyên ewilîn 17 kes tê da mirin.
Li gor nûçeya ku Kyodo dispêre çapemeniya Tayvanê, li herêma Yilanê ya li bakurê rojhilata Tayvanê tren ji rê derket û 17 kes tê damirin, 30 kes birîndar bûn.
Hat gotin ku di trena ku ji bajarê Taipeiyê diçû bajarê Taitungê da 310 rêwî hebûn.
Ekîbên tenduristî û îtfaiyeyê piştî qezayê çûn herêmê û birîndar gîhandin nexweşxaneyan.