15 Tebax 2016•Rojanekirin: 15 Tebax 2016
ANKARA
Orgeneral Hulusî Akar wê beşdarî civîna Lijneya Wezîran bibe û der barê hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya 15ê tîrmehê de pêşkêşiyê bike.
Li gor agahiyan Orgeneral Akar wê beşdarî Lijneya Wezîran a ku bi Serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê çêbibe, bibe. Hat ragihandin ku Orgeneral Akar wê der barê hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya 15ê tîrmehê de biaxive.