Haydar Şahin
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
ANKARA
Warêla petrola Brentê ji ber êrişa li ser xeta boriya petrolê ya Es-Sîderê li Libyayê do cara ewil zor da 67 dolarî û îro ji 66 dolarî zêdetir hat firotin. Ji gulana 2015an vir va gihîşte bihayê herî zêde.
Bihayê warêla petrola Brentê piştî betlaneya noelê bi 66,20 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 10.00î pê va bi 66,11 dolarî tê firotin.
Di heman demê da li Teksasa Rojava warêla petrola xam bi 59,70 dolarî tê firotin.
Piştî tetîla noelê do warêla petrola Brentê bi 64,75 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da kêmzêde biha neguherîbû. Berêvarê êrişî xeta boriya petrolê ya Es-Sîderê li Libayayê kiribûn û li ser vê biha ji sedî 3,47 zêde bûbû û derketibû 67,03 dolarî.
Di daxuyaniya Saziya Petrolê ya Neteweyî ya Libyayê da hat diyarkirin ku ji ber êrişê petrola dihat firotin di navbera 70 hezar û 100 hezar warêlî da kêm bû.