10 Îlon 2016•Rojanekirin: 11 Îlon 2016
ÎDLIB
Artêşa Sûriyeyê ji hewayê êrîşî çarşiya li navenda Îdlibê kir, li gor agahiyên ewil di êrîşê da 28 kes mirin û 41 kes jî birîndar ketin.
Mihemed Eliyê rayedarê parastina sivîlên Îdlibê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku teyareyên şer ên rejima Beşar Esed di ser çarşiya li navenda Îdlibê ya ku di kontrola mixalifan da ye da bombe barandin.
Elî destnîşan kir ku li gor agahiyên ewil di êrîşê da 28 kesên ku di nav wan da jin û zarok jî hene hatin kuştin û 41 kes jî birîndar ketin û wiha got: "Di êrîşê da bi dehan wesayît, dikan û xaniyan da şewat çêbû. Di bombebaranê da milet û derdê canê xwe ket. Ekîbên parastina sivîlan û yên agirkujiyê şewat temirandin."
Elî destnîşan kir ku birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr û ditirsin ku hejmara miriyan zêde be.
Elî diyar kir ku rejima Esed beriya Eyda Qurbanê êrîşî çarşiyê kir û di êrîşê da bi tenê sivîlên bêguneh mirin.
DYA û Rûsyayê li hev kiribûn ku 12ê îlonê roja eydê pevçûnên li Sûriyeyê bên sekinandin.