Abdullah Tel
17 Mijdar 2017•Rojanekirin: 17 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Di hefteya 12mîn a Lîga Super a Spor Totoyê da lîder Galatasaray û Medîpol Başakşehîr a di rêza duyemîn da cih digire sibê tên hemberî hev.
Di encama pêşbirkên 11 hefteyên borî hatin lîstin da Galatasaray bi 8 serkeftin, 2 beramberî û têkçûnekê va 26 pûan berhev kirin.
Li navbera wê û Medîpol Başakşehîra di rêza duyemîn da cih digire bi tenê 3 pûan ferq heye. Lewra tîma Medîpol Başakşehîrê jî di encama 11 hefteyan da 7 serkeftin û 2 beramberî û 2 têkçûnê va 23 pûan berhev kirin.
Herdu tîm sibê li Stada 3emîn Stenbol Başakşehîr Fatîh Terîmê di saet 19.30yî da wê bi hekemiya Alî Palabiyik bên hemberî hev.
- Golavêj jî dê bên hemberî hev
Vê heftê di lîgê da pêşbirka herî muhîm ya di navbera Medîpol Başakşehir-Galatasarayê da ye lewra ev pêşbirk di heman demê da wê du santraforên navdar jî bîne hemberî hev.
Bafetimbi Gomisê xwedî formaya Galatasarayê ji bo tîma xwe golavêjê herî muhîm e, lewra di 11 pêşbirkên borî da 11 gol avêtine reqîbên tîma xwe û di qraltiya golan da jî ew û Adis Jahovicê Goztepeyê di rêza ewil da cih digirin.
Lîstikvanê togoyî Emmanuel Adebayor jî ji bo Medîpol Başakşehirê lîstikvanê herî skorer e, lewra vê heyamê li ser navê tîma xwe 4 gol avêtine reqîbê xwe.
Par di pêşbirka navbera Galatasaray û Medipol Başakşehirê ku heyama duyemîn a lîgê hat lîstin da Medipol Başakşehir pêşbirk 4 û 0 qezenc kir û 3 gol ji hêla Adebayor va hatin avêtin.
- Qaleparêz jî dê derbikevin pêş
Ev pêşbirk di heman demê da ji bo xwenîşandana qaleparêzên herdu tîman jî wê bibe meydan.
Fernando Muslerayê qaleya Galatasarayê diparêze di 11 hefteyên borî da bi tenê 9 gol û qaleparêzê Medipol Başakşehirê Volkan Babacan jî heta niha 13 gol xwarine.