13 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2016
ŞANLIURFA
Tevfîk Goksuyê Şaredarê Esenlerê destnîşan kir ku ji bo rewşa Sirûcê biguhere wê alîkariyê didin Şaredariya Sirûcê ku bi biryarnameya di hikmê qanûnê da lê qeyûm hat tayînkirin.
Goksu û lijneya pê ra çûn serdana Tarik Açikgozê ku ji bo Şaredariya Sirûcê hat wezîfedarkirin û der barê xebatan da agahî hilda.
Goksu diyar kir ku li Sirûcê di demeke kurt da xizmetên mezin hatine kirin û wiha got: "Bi îmkan û derfetên kêm li Sirûcê karên mezin hatine kirin. Divê li navçeyê gelek tişt bên kirin û rewşa wê biguhere. Ji bo vê jî çi ji destê me were em ê bikin."
Tarik Açikgoz jî diyar kir ku bi salan e kêmasî hene û dixwazin vê kêmasiyê çareser bikin û got ku car caran ji şaredariya mezin û şaredariyên navçeyan alîkariya xizmetê distînin.
Açikgoz destnîşan kir ku wê ji bo Sirûcê digel Şaredariya Esenlerê hevkariyê bikin.
Goksu û Açikgoz piştî hevdîtinê li navçeyê geriyan.